Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International Ser Mafên Mirovan li Tirkîyê Çi Dibêje?


Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî (Amnesty International) di raporta “Rewşa Mafên Mirovan” de 5 rûpel tenê ji Tirkîyê re dabeş kirin û tê de ragihand ku li Tirkîyê mafên mirovan di bin xetereyê de ye.

Di vê raportê de 155 welat cî digrin û yek ji wan Tirkîyê ye. Tê ragihandin ku di sala 2023an de li gelek welatan pîvanên hiqûqa navnetewî û mafên mirovan hatine binpêkirin.

Di raportê de beşek taybet jibo Tirkîyê hatîye veqetandin û tê de tê gotin ku li Tirkîyê kesên ku mafên mirovan diparêzin; rojnamevan, sîyasetvan û kesên din mafên wan hatine binpê kirin.

Di derbareyê vê raportê de heta niha ji hikûmeta Tirkîyê ti daxuyanîyeke fermî nehatîye dayîn.

Rêxistinên demokratîk û sazîyên mafên mirovan jî naveroka vê raportê piştrastî dikin.

Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TÎHV) Coşkun Ustercî, ji Dengê Amerîka re ragihand ku daneyên ku di destê TÎHV’ê de hene vê raporta Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî piştrast dikin.

Ustercî got, “Tirkîyê li ser cîhanê di warê mafên mirovan de aktoreke paşketin û wêrankirinê ye. Lê divê em balê bikşînin ser astenîyên ku jiber zextên sîyasî li ser Tirkîyê çêbûne. Mixabin, ji Tîrmeha 2015an ve Tirkîyê di demeke pir zehmet de ye, ku tê de binpêkirinên giştî û sîstematîk yên mafên mirovan pêk tên û zêde dibin.”

Komela Mafên Mirovan (ÎHD) jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku raporteke bi heman rengî ji alîyê wan ve jî hatîye weşandin.

Di raportê de li ser gelek mijarên din jî tê sekinîn. Bi taybetî têkoşîna terorê û qanûna belavkirina agahîyên şaş di vê raportê de cîyekî teybat girtîye.

“Qanûnên dijî terorê û yên derbarê belavkirina agahîyên şaş hatine bikaranîn, da ku azadîya ramanê bi van werin sinordarkirin. Azadîya kombûnên aştîyane bi awayekî neqanûnî hatîye astengkirin.”

Tirkîyê di navbera 4 û 6 Cotmehê 2023’yan de erîşên esmanî li ser Rojava kiribû. Di raportê tê dîyarkirin ku di van êrîşan de 11 sîvîl hatine kuştin û binesazîyên bingehîn yên jîyanê hatine rûxandin.

Di raportê de, doza ku 15 rojnamevan û di nav de Hevseroka Komela Rojnamevanên Dîcle Firatê jî tê de bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorê” hatine dadgehkirin jî cî digre û tê rexnekirin.

Di raportê de rexnekî din jî li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ku di dozên Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de biryar dabû de ye. Li vê derê tê dîyarkirin ku Tirkîyê ev biryaran neanîye cî.

Li ser tundûtûjîya li dijî jinê û LGBTyan jî tê rawestandin. Tê dîyarkirin ku çawsandinê ser jinan berdewam kirîye û di hilbijartinên Gulana 2023’yan de jî mafên LGBTyan hatine binpê kirin.

ED_5_01_2024_Amnesty
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
XS
SM
MD
LG