Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dana Gas Dibêje Xebatên bo Jinûve Destpêkirina Hilberîna Gaza ji Kormorê Didomîn


Kompanîya Dana Gas îro Çarşemê ragihand ku ew jibo jinûve destpêkirina hilberîna gaze kargeha xwe ya li zêvîya Kormorê gavan davêje.

Dana Gas piştî êrîşeke kujer ya hefteya borî, xebatên xwe yên li kargeha Kormorê ya li Herema Kurdistana Îraqê di 29’ê Nîsanê de, bi demkî sekinandibû.

"Dana Gas û hevkarên wê jibo jinûve destpêkirina hilberînê ji zevîya Kor Mor, gav avêtine. Ev gav bo jinûve destpêkirina hilberîna gaze qonax qonax têne avêtin û tedbîrên nû têne girtin da ku ewlehîya hemî karmend û navendên wê were xurt kirin."

Zevîya gazê ya Kormor, di navbera bajarên Kerkûk û Silêmanî ya bin kontrola Herema Kurdistanê de ye.

Xwedîyê kargeha hilberîna gaze ya li Kormor jî Dana Gas e ku kompanîya ji Mîrgehên Ereb yên Yekbuyî ye.

Kargeha Kormorê di salên dawî de gelek caran rastî êrîşan hat, lê êrîşa dronî ya hefteya borî bûyera yekê ya kujer bû, ku çar karmendên Yemenî hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn

Karbidestên Herema Kurdistanê ragihandibû ku jiber êrîşê peydakirina gazê jibo santralên elektrîkê yên herêmê re qut bûye û 2.500 megawat (MW) elektrîk hatiye hinda kirin.

Dana Gas got ku biryara jinûve destpêkirina hilberînê bi "girêdayî gavên hikûmeta federal ya Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku jibo xurtkirina berevanîyê li zêvîya Xor Morê bi awayekî berbiçav hatine avêtin."

Di Rêbendanê de jî Kormor bi roketan hat êrîş kirin, di encamê de şewat derketibû, lê ti zîyanên canî çênebûn.

Karbidestên Herema Kurdistanê, komên alîgirên Îranê bi wan êrîşan tawanbar dikin; dema ku komên çekdar yên Îraqî yên alîgirê Îranê, li Îraq û Sûrîyê êrîşî bingehên leşkerî yên hêzên Amerîkî dikirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG