Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Mafên Mirov Qanûna Dijî Civaka LGBTQ li Îraqê Şermezar Dikin


Avahîya Parlemantoya Îraqê.
Avahîya Parlemantoya Îraqê.

Qanûneke ku endamên civaka LGBTQ+ dike armanc vê dawîyê ji alîyê parlemantoya Îraqê ve hatiye erêkirin û bûye cihê şermezarkirina rêxistinên mafên mirovan.

Qanûna ku roja Şemîyê hate erêkirin peywendîyên di navbera hevregezxwazan de qedexe dike û kesên wan renge peywendiyan pêktînin, ceza dike. Qanûn herwiha kesên ku neştegerîya guhertina regeza xwe dikin, tawanbar dibîne.

Jibo tawana yekê di navbera 10 bo 15 sal zindan hatiye vebirîn û jibo ya din jî cezayê heta sê salan yê zindanê hatiye danîn.

Rasha Al Aqîdî, şîretvana Îraqî li navenda Freedom House li Washington, got ku ev qanûna nû ji hemû qanûnên berê tundtir e û rê nade ku kar jibo parastina mafên civaka LGBTQ+ li Îraqê were kirin.

Îraq ji mêj ve welatekî konservatîv e ku tê de egera pêşxistina mafên LGBTQ+ kêm bû, lê kesên hevregezxwaz hatibûn paşguhxistin li ser bingeha ‘nepirse û nebêje’,’” wê ji Dengê Amerîka re got.

“Redkirin li Îraqê heye ku hevregezxwazî tiştekî cîhanî ye, belav û ji dema ku mirovahî çêbûye heye. Di salên dawî de ew wekî diyardeyek ku ji Rojava hatiye jibo gendelkirina gencan tê dîtin. Di rastîyê de her kes li Îraqê kesekî nas dike ku beşek e ji civaka LGBTQ+, lê ew rastîyek e ku Îraqî naxwazin qebûl bikin jiber dehên salan ji adetên civakî û tirsa ji hevregezxwazîyê,” Aqîdî da zanîn.

Rêxistinên mafên mirov dibêjin ku berî erêkirina vê qanûnê jî kesên hevregezxwaz û regezguhêr ji alîyê desthilatdarên Îraqê ve rastî cudakirinê dihatin.

Wezareta Derve ya Amerîka di raporta xwe ya salan de derbarê rewşa mafên mirov li cîhanê, ku hefteya borî hate weşandin, got ku desthilatdarên Îraqê tawanên laşfiroşîyê û yên wekî din bikar tînin da ku kesên di nav peywendîyên sekskî yên hevregezxwaz de bidin darizandin.

“Tevî gefte û tundûtûjîya dubarebûyî ya ku kesên LGBTQ dikin armanc, bi taybet mêrên hevregezxwaz, hikûmetê nikarîbû êrîşbiran bigire û bide darizandin, yan jî kesên armankirî biparêze,” raporta Wezareta Derve eşkere kir.

Karbidestên Îraqî berevanîya qanûna nû dikin û dibêjin ku ew gaveke pêwîst e jibo parastina nirxên civakî.

Lê rêxistina IraQueer ya berevanîya mafên civaka LGBTQ li Îraqê, dibêje ew civak qet nebûye metirsî li ser civaka Îraqî.

“Hikûmeta me careke din em paşguhxistin. Li şûna ku berê xwe bide kesên pêdivîyên wan hene, ew balê dide ser bidestxistina sûdên jibo ajendeyên xwe. Civaka LGBTQ li Îraqê bê ajende ye, em tenê dixwazin bi aştî bijîn,” rêxistina IraqQueer di daxuyanîyekê de roya Duşemê ser medyaya civakî got.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller piştî derketina qanûnê got ku sînorkirina mafên hinek kesan di civakekê de mafên hemû kesan kêm dike.

Miller herwiha got ku qanûnên wisa karîna Îraqê jibo anîna weberhênana biyanî lawaz dike.

“Koalisyonên karsazî yên navnetewî ji niha ve dîyar kirine ku ev siyaseta cudahkirinê li Îraqê dê ziyanê bigihîne geşbûna aborî li welêt,” Miller da zanîn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî erêkirina vê qanûnê bi daxuyanîyekê şermezar kiribû.

“Qanûn tersî çend peymanên mafên mirov û rêkeftinan e ku ji alîyê Îraqê ve hatine îmzekirin, di nav de jî mafê taybetmendîyê, Peymana Navnetewî ya Mafên Sivîl û Siyasî, û divê were betalkirin,” Ravîna Shamdasani, berdevka Ofîsa Mafên Mirovan ya NY gotibû.

“Her kes, bê cudahî, hêjayî hemû mafên mirov e, di nav de jî mafê ku bi awayekî wekhev li ber qanûnê be û mafê parastina ji cudakirinê li ser çend bingehan, wekî nasnameya regezî û seksî,” Shamdasani dîyar kiribû.

XS
SM
MD
LG