Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlamana Tirkîyê jibo Danûstandinên Ser Qanûna Bingehîn ya Nû Serdana DEM Partî Kir


Tuncer Bakirhan û Numan Kurtulmuş (Arşîv)
Tuncer Bakirhan û Numan Kurtulmuş (Arşîv)

Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş jibo danûstandinên derbarê qanûna bingehîn ya nû serdana Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) kir.

Ji DEM Partî, hevserokên partîyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan û cîgirên serokê koma partîyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî beşdarî li civînê kirin.

Kurtulmuş piştî civînê daxuyanîyeke kin da. Wî got ku wan ser qanûna nû danûstandin kirine û dîyar kir ku ewê daxuyanîya berfireh piştî hevdîtinên bi Îyî Partî (Partîya Baş) û Partîya Saadetê re ragihînin.

Hevseroka DEM Partî Hatîmogullari jibo serdana Kurtulmuş spasîya wî kir.

Hatîmogullari got ku ew wek DEM Partî dibêjin ku pêdivîya wan bi qanûneke demokratîk heye.

‘’Nêrînen me têne zanîn. Em dixwazin ku Qanûna Bingehîn ya 12’ê Îlonê were guherandin û jibo avakirina Tirkîyeyeke demokratîk hin gav werin avêtin.’’

Wê bi bîr xist ku jiber meş û mîtînga 1’ê Gulanê ya li Taksim ya Stenbolê bi sedan kes hatine desteser kirin û got ku di rewşeke wisa de çêkirina qanûneke bingehîn wê dijwar be.

Hatîmoglullari dîyar kir ku jibo qanûnê divê lihevkirineke civakî hebe û divê ew jibo hemî gelan û bawerîyan li ser wekhevîyê çêbe.

DEM Partî bi 57 kursîyan li parlamana Tirkîyê ya bi 600 kursî partîya mezin ya 3'yan e. Partîya serekî ya opozîsyonê, Partîya Gel ya Komarî (CHP) li 126 kursî tê temsîl kirin û partîya desthilatê, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jî li ser 265 kursîyan e.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, Artı Gerçek, TBMM

XS
SM
MD
LG