Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NATO Dibêje Êrîşên Hîbrîd yên Rûsya Fikarên Kûr Çêdike


NATO îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand êrîşên Rûsya yên bandor li Komara Çek, Estonya, Almanya, Letonya, Lîtvanya, Polonya û Brîtanya kirine fikarên kûr çêkirine.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Rûsya û wekîlên wê li ser erdên hevpeymanîyê, lê herêma Ewrupa-Atlantîk hewil didin ku kiryarên xwe bi awayekî berfireh bimeşînin.

Servîsên ewlekarîyê yên Ewrupa hefteya borî ragihandin ku wê hin xebatên veşartî yên ‘’casusên Rûsî’’ eşkere kirine.

Rêvebirên Komara Çek toreke sîxurên onlayn eşkere kir û bang li karbidestên dewletên din kirin ku vekolînên berfireh bikin.

Medyaya Ewrupa jî dîyar kir ku endamekî Partîya Alternatîfa Almanya (Afd), ku partîyeke rastgirên tundrê ye, ji medyaya ku alîgirîya Rûsya dike pere sitandine, lê wî sîyasetvanî ew sûcdarkirin red kir.

Endamên NATO dibêjin ku ewê berevanîya li hember êrîşên Rûsî xurt bikin û dîyar dikin ku ewê dijî çalakîyên hîbrîd yên Rûsya berxwedanê mezin bikin.

NATO dîyar kir ku çalakîyên Rûsya wê wan ji piştgirîya Ukrayna venegerînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG