Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Amadekarîyên Hilbijartinên Şaredarîyan Didomin


Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê roja Sêşemê ji Dengê Amerîka re aşkere kir ku sê mîlyon hilbijêr dê şaredarên 121 şaredarîyên Bakur û Rojhilata Sûrîyê hilbijêrin.

Li 7 Kantonan 121 Şaredarî Hene

Rêvebirîya Xweser xwe amade dike ku hilbijartinên xwecîhî di dawîya Gulana bê de li dar bixe, ku piştî erêkirina peymana civakî ya nû hilbijartinên pêşîn in.

Hevseroka Komisyona Hilbijartinan Rûken Mele Îbrahîm got ku dengdêr dê dengên xwe bidin seroktîya 121 şaredarîyên ku li ser 7 kantonan hatine dabeşkirin.

"Di dema pêş de (berîya hilbijartinan) piştî pesendkirina zagona dabeşkirina îdarî ji alîyê Meclîsa Gelên Demokratîk ve, dibe ku hejmara şaredarîyan were zêde yan kêm kirin," Mele Îbrahîm got.

Wî bang li rêxistinên mafên mirovan û welatên cîhanê kir ku çavdêrîya hilbijartinan bikin.

Hilbijartinên Navxweyî yên Partîyan Destpê Kiriye

Komisyona Hilbijartinan destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilata Sûrîyê 27 partîyên yên xwedî rêdanên karê sîyasî hene mafê wan yê beşdarbûna hilbijartinê heye.

Partîya Yekîtîya Demoqratîk PYDê ku mezintirîn partîyên di nava rêvebirîya xweser de ye, li gel Rêxistina Kongira Star ku mezintrîn rêxistina jinan ne li herêmê wê bi yek lîstê dakevin hilbijartinan.

Endama seroktîya PYDê Perwîn Yûsif ji Dengê Amerîka re tekez kir ku hevgirtina wan ligel Kongreya Star ne girtî ye.

"Hevdîtin li gel 15 partîyên sîyasî re heye û dibe lîsteya me berfirehtir bibe,"Yûsif got.

ENKS Hilbijartinan Nas Nake

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) jibo malperên xwecîhî eşkere kir ku helwesta wan derbarê hilbijartinan nehatiye guhertin.

Berdevkê ENKSê Fêsel Yûsif berîya niha di programa Mijara Rojê de, ji Dengê Amerîka re eşkere kirbû ku ENKSê wê beşdarî hilbijartinên şaredarîyan nebe.

Berdevkê ENKSê tekez kir ku hilbijartin û danîna yasayekê jibo wan beşek e ji dîyaloka navxweyî di navbera ENKSê û Partîyên Yekîtîya Niştimanîya Kurdî (PYNK) de bû, ku neçû serî.

"Ev hilbijartin yekalî ye û em wê nas nakin," Yûsif got.

Li gorî amarên fermî Nifûsa herêma Rêvebirîya Xweser nêzîkî 6 mîlyon kes in, ku nîvê wan temenên wan jorî 18 salî ne, û jiber wê jî mafê wan yê dengdanê heye.

Di nava rewşa nakokîyên navxweyî yên partîyên Kurdên Sûrîyê de û rewşa ewlekarî ya ne aram û gefa êrîşek Tirkîyê nû de, Rêvebirîya Xwser bi biryar e hilbijartinên şaredarîyan li dar bixe.

Heya kîjan radeyê wê ev yek pêkan be, bersiv wê di dawîya Gulanê de were nas kirin.

XS
SM
MD
LG