Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Swîsre Dibêje Rûsya Vê Gavê Beşdarîyê li Hilcivîna jibo Aştîya li Ukrayna Nake


Hikûmeta Swîsre îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku Rûsya di vê qonaxê de beşdarî li hilcivîna ser aştîya li Ukrayna nake.

Hilcivîn wê meha Hezîranê li dar keve û hikûmeta Swîsre dide zanîn ku wê heta niha pirtir ji 160 delegasyon vexwendine.

Wê hikûmetê dîyar kir ku ew her dem dixwaze ku Rûsya vexwîne, lê bi bîr xist ku Moskowê guh nedaye danûstandinên pêşî yên ser hilcivînê.

‘’Li gor bawerîya Swîsre divê Rûsya beşdarîyê li vê peyvajoyê bike. Ne pêkan e ku bê ku Rûsya hebe peyvajoyeke aştîyê çêbe.’’

Hevdîtinên ser aştîyê wê 15-16’ê Hezîranê li nêzî Lucerne çêbin û Ukrayna ser kêrhatina beşdarîya Rûsya danûstandinê dike.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba vê hefteyê ji Kovara Foreighn Policy re gotibû ku ew dizanin ku ger Rûsya ne bi nîyeteke rind be wê danûstandinên bi Moskowê re kêr neyên.

Kuleba dîyar kiribû ku ger li qada şer ser Rûsya zext çêbe ewê zêdetir dîyalogê bixwaze.

Karbidestên Rûsî dibêjin ku Swîsre toleyên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên dijî Moskowê pejirandine û jiber vê jî derb li navbeynkarîya wê ya bê alî ketiye.

Swîsre serê salê dîyar kiribû ku ewê ser daxwaza Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy mazûvanîya hilcivînê bike.

Hikûmeta Swîsre dibêje wê danûstandin ser formula aştîyê ya Zelenskyy û şertên Neteweyên Yekbûyî (NY) û hiqûqa navneteweyî çêbin.

Swîsre dîyar kir ku di nav şandeyên vexwendî de G7, G20j, BRICS, YE, komên navneteweyî hene.

Ew dewlet dîyar dike ku armanca hilcivînê çêkirina çarçoveya aştîyeke mayînde ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG